Ji Meclisa Edaleta Civakî, Yekitiya Parêzeran, Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê a Kantona Firatê û Koordînasyona Jin a PYD’ê têkildarî êrîşên li ser ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî dan û ev êrîş şermezar kirin.
Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, partiyên li herêmê û saziyên Rêveberiya Xweser daxuyanî dan û banga hesabpirsînê kirin.
Di daxuyaniya hevbeş a Meclisa Edaleta Civakî, Yekitiya Parêzeran, Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bajarê Kobanê de wiha hat gotin: Hikumeta demkî ya yekalî, êrişên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê berdewam dike.
Di êrişên wan ên li ser Eşrefiyê, Şêxeqsûd û Benî Zêd de, û êrişên li ser sivîlan, binesaziya sivîl, nexweşxane û taxên niştecihbûnê de, gelek zarok û sivîl bûn qurbanî. Êrîş binpêkirineke giran û aşkera ya peymana 1`ê Nîsanê bû.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku: Siberoja Sûriyeyê nikare li ser tundiyê, dûrxistin an gurkirinê were avakirin, lê li ser rêzgirtina mafan, hesabpirsînê û misogerkirina rûmeta hemû pêkhateyan bê cudahî tê avakirin.
Ji aliyê xwe ve Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku her du tax rastî êrîşên sîstematîk û bilindbûneke xeternak hatine ku rasterast sivîlên bêguneh hedef girtine, zirar dane aştî û aramiya civakî, û di encamê de şehîd û birîndar hene.
Meclisê bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan û mirovî kir ku gavên pratîk bavêjin da ku van binpêkirinan rawestînin, parastina navneteweyî ji bo sivîlên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê peyda bikin.
Her wiha Koordînasyona Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Amûdê, tekez kir ku ev kiryar binpêkirinên giran ên mafên mirovan in û ji polîtîkayên kuştina sîstematîk nayên veqetandin.
Koordînasyonê ji bo şehîdan sersaxî, ji birîndaran re şîfaya bilez û ji girtiyan re azadî xwest, û diyar kir ku têkoşîna ji bo bidestxistina edalet û dadperweriyê ji bo qurbaniyan berdewam e.
