Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, li tax Benî Zêd ya bi ser Taxa Eşrefiyê ve, kampanyayeke paqijyê dest pêk kir.
kampaniya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi navê “Em bi hev re bajarê xwe xweşik bikin” destpê kiriye.
Bi dehan şêniyên taxa Benî Zêd û endamên Şaredariya Gel tev li kampanyaya paqijkirina kolanên taxê bûn.
Şaredariya Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê da zanîn ku kampaniya dê 2 rojan dewam bike û bang li şêniyên taxê kir ku piştgiriya şardariyê bikin.
