Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên ên Helebê bi merasîmekê Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Rizgar Aqîbe li goristana şehîdên Şêxmeqsûd oxirkirinX
Şêniyan cenazeyê Şehîd ji nexweşxaneya şehîd Xalid El Fecir wergirtin û ber bi goristanê ve bi rê ketin.
Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê meclîsa malbatên şehîdan, hêzên ewlekariya hundirîn û Meclîsa Olî ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya wan da.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên ” Şehîd Namirin ” spartin axê.
