ŞAREDARIYA REQAYÊ PROJEYA KANALÎZASYONÊ LI BAKURÊ ÇERXERÊYA HEZÎMA DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Kargehên raxistina kanalîzasyonê yên şaredariya gel a Reqayê, dest bi pêkanîna projeya kanalîzasyonên taxên ku dikevin bakurê çerxerêya Hezîma kirin.

Proje li ser dirêjahiya sêsed metre û firehiya pêncî santîmetreyan tê çêkirin û tê plankirin ku ev proje di nava deh rojan de biqede.

Li gor Şaredariya Gel a Reqayê, proje ji du qonaxan pêk tê, ya yekemîn; Avakirina toreyeke kanalîzasyonê. Ya duyem: radestkirina kar ji peymankaran re, di bin çavdêriya Şaredariya Gel a Reqayê de.

Hêjayî gotinê ye ku Şaredariya Gel a Reqayê, piştî rizgarkirina bajêr di sala 2017’an û vir ve, ji nû ve avakirina binesaziya bajêr didomîne.

Share This Article