Şaredariya Gel a kantona Cizîrê, nirxê ampêrên kehrebê û jeneratoran li gorî saetên xebatê diyar kir. Her wiha bal kişand ser binpêkirina vê biryarê û cezayên pê ve girêdayî.
Rêveberiya nivîsgeha jeneratoran diyar kir wan mekanîzmayeke nû ji bo xebata jeneratoran ava kirine.
Mekanîzmaya nû ji bo jeneratorên ku 8 saetan dixebitînin bihayê amperê 15 hezar lîre diyar kiriye, ji bo yên 16 saetan dixebitin 52 hezar û 500 lîre û ji bo jeneratorên ku 24 saetan jî dixebitin, 95 hezar lîreyên Sûrî ye.
Rêveberiya nivîsgeha jeneratoran hişyarî da kesên ku binpêkirinan di vê biryarê de bikin, dê cezayan werbigrin.
