Meclîsa jin a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî kirin.
Meclîsê di daxuyaniya xwe de got fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ser bingeha wekhevî, Demokrasî û azadiya jin hatiye avakirin, lewra tu aştî bê azadiya Rêber APO pêk nayê.
Meclîsê anî ziman ku divê di demeke nêzîk de Rêbertî bi fîzîkî azad bibe.
Meclîsa jin a Meclîsa Malbatên Şehîdan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxisinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bike, da ku mafê hêviyê bide Rêber APO.
