Endamê Înîsiyatîfa Parêzeran ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan; parêzer “Xalid Omar”, li ser banga Rêber Abdullah Ocalan axivî û bêdengiya dewleta Tirk beramberî pêvajoyê aştiyê şermezar kir.
Xalid Omar diyar kir ku parêzerên herêmê jî, dixwazin hevdîtinê li gel rêber APO bikin.
Rêber Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, di 27’ê Sibata 2025’an de, tevî Şandeya DEM Partiyê û hevalên xwe yên girtî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir.
Her çendî banga dîrokî nêzîkî meha xwe ya 8’mîn dibe jî, lê dewleta Tirk îna bêdeng e û gavên ber bi aştiyê ve neavêtine.
Endamê Înîsiyatîfa Parêzeran ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, parêzer “Xalid Omar”, li ser banga Rêber Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk hîn li beramberî pêvajoyê aştiyê bêdeng e.
Xalid Omar diyar kir ew jî beşdarî kampanyaya cîhanî ya dîtina Rêber Abdullah Ocalan dibin, û ew ê heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, xebat û têkoşîna xwe bidomînin.
Bi hezaran dengên azad îmzeyên xwe avêtin û daxwaza hevdîtinê bi rêberê azadiyê, Rêber Ocalan re tekez kirin.
Îmzekaran piştrast dikin ku azadiya fîzîkî ya rêber APO, dê rûpelek nû di rêya çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn de veke.
