ŞAREDARIYA REQAYÊ DEST BI PROJEYA ÇEKSAZKIRINA 2 RÊYÊN BAJÊR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi armanca başkirina binesaziyê û peydakirina xizmetê ji welatiyan re, Şaredariya Gel a kantona Reqayê dest bi projeya çeksazkirina 2 rêyên bajêr kir.

Rêyên tên sererastkirin, rêya El-Idîxar û El-Mu’tez in.

Di qonaxa yekem a projeyê de, rêyên kevin tên çeksazkirin û bi kevirên şikestî tên dagirtin. Di qonaxa duyem de jî dê xebat bi qîrkirina rêyan temam bibe.

Şaredariyê piştrast kir ku wan li ser daxwaz û giliyên welatiyên her du taxan dest bi projeyê kirin.

Şaredariya Gel a Reqayê bi rêya van projeyan, hewl dide kolanên li bajêr ziyan dîtine nûjen bike û çûnêhatinê li pêş welatiyan hêsan bike.

Share This Article