DEWLETA TIRK GUNDEWARÊN EYN ÎSA Û GIRÊ SPÎ TOPBARAN Û BOMBEBARAN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva derbasbûyî gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî bi çekên giran û balafirên bêmirov topbaran û bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku gundên Dibis û Ebû Neytûne yên rojavayê Eyn Îsayê û gundê Mişêrfê yê rojhilatê navçeyê, her wiha şîrketa çemento ya Fransayê ya li rojavayê bajarê Girê Spî şeva derbasbûyî bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine topbarankirin.

Li gorî agahiyan, topbaranê heta saetên sibehê dewam kir û tevgera balafirên keşfê li asîmanê herdu herêman nesekinîye.

Her wiha dewleta Tirk gundê Xaniyê yê rojavayê Girê Spî jî bombebaran kir û di encamê de zirarên madî di milkên sivîlan de rû dan.

 

Share This Article