Rêber Abdullah Ocalan sala 1999 an bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta tirk hate kirin, ev 25 sal in jî di nava pergaleke qirkirin û êşkenceyê de tê ragirtin.
Tevî wê yekê jî dagirkeriya tirk rêber abdulah ocalan ji mafê hêviyê û mafê bingehîn ê jiyanê bêpar dihêle.
Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Cirîrê Yûsif Kotê got komploger xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê ku bi fikrê rêbertî ve girdaye tune bike.
Yusif Kotê di beşek din a nirxandinên xwe de got, divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em li ser piya bin û têkoşînê mezin bikin.
Li her deverê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber APO û qedexekirina pêkanîna hevdîtinan tê şermezar kirin.
Her wiha soza têkoşîn û berxwdanê tê nû kirin û tekezî li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO tê kirin.
