CIWANÊN HELEBÊ JI BO PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MEŞEK LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xistin.

Di meşê de alên tevgerê, wêneyên Rêber Apo û meşale hatin hildan. Girse li pêş hola Civînan a 8ˊê Adarê ya Şêxemqsûdê kom bûn û ber bi Çerxerêya Zeytûnê ve meşiyan.

Li wir endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mihemed Reşîd û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Dicle Şêxo axivîn.

Axêveran gotin, em ê di vê qonaxê de li gorî banga aştî û civaka demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan tevbigerin.

Meş bi berzkirina diruşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Share This Article