Şaredariya Gel a bajarê Hesekê ji bo peydakirina xizmetên paqijiyê ji şêniyan re, xebatên xwe yên dirêjkirina torên kanalîzasyonan dewam dike.
Di nava xebatên şaredariyê de xetên kanalîzasyonê yên wêranbûyî tên guhertin, ava di kanalîzasyonan de mayî tê rijandin.
Projeya paqijkirina kanalîzasyonan ji meha Tebaxê ve destpêkiriye û tê payîn ku di Kanûnê de bi dawî bibe.
Projeya paqijkirinê taxên başûr, Xeşman, Hey El-Zihûr, Til Tewîl, Haret El-Eskeriye û Mişêrfe digire nava xwe.
Îsal Şaredariya Gel a bajarê Hesekê gelek xebatên xizmetê meşandin, ji wan xebatan projeyên asfalt û ronahiyê her wiha kampanyayên paqijkirinê bûn.
li gorî aliyên peywendîdar Ji sedî 90 plansaziya sala 2024/2025an temam bûye.
