ENDAMÊN KOMÎTEYA AMADEKAR A KONFERANSA NETEWÎ KURDÎ BEHSA KONFIRANSÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Derbarê amadekariyên lidarxistina konferansa Yekrêziya Helwesta Kurdî li Rojava endamên Komîteya Amadekar ya konferansê ji Rojava TV re axivîn.
Endamên komîteyê gotin, amadekariyên lidarxistina Konferansa neteweyî ya kurdî bidawî bûne.

Ev salên dirêj in ji bo yekrêziya navmala kurdî amadekarî ji bo lidarxistina konferansa neteweyî tên kirin.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mszlûm Ebdî duh ragihand ku dê di 26’ê vê mehê de konferansa Yekrêziya Helwesta Kurdî li Rojava were lidarxistin.

Derbarî mijarê de Endamê Komîteya Amadekar ya Konferansê Telal Mihemed diyar kir wan amadekariyên lidarxistina Konferansa neteweyî ya kurdî bidawî kirine.

Her wiha Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Gulîstan Elî jî anî ziman ku dê ev Konfiransa bibe çareseriya pirsgirêkên kurdî û dê bandorê li tevahî kurdistanê bike.

Li gorî Komîteya Amadekar a Konferansa neteweyî ya kurdî, piştî lidarxistina Konferansê dê belgeyek were ragihandin ku mafê gelê kurd bi giştî di nava xwe de bihewîne û bidest bixe.

Share This Article