Şaredariya Gel a bajarê Hesekê di pirojeya sererastkirina sûka Miftî ya li bajêr ku di 22’ê Tîrmehê de dabû destpêkirin de berdewam e.
Pirojeya sererastkirin dê li ser çend beşan pêk were, di beşa yekem de peyareyên kevin tên rakirin û kenalîzasyonên sûkê tên sererastkirin, di beşa duyem û sêyem de jî peyareyên nû û kevirên enterlok tên danîn.
Ji aliyê xwe ve berpirsê pirojeyê, Endeziyar Ebdulrehman El ehmed da xuyakirin ku wan bi xwediyên dikanan re li ser pirojeyê û budceyên salên derbasbûyî û îsal nîqaşkirin e.
hin ji xwediyên dikanan ev piroje baş dîtin û hin ji wan jî xwedî giliyên bûdceyên bû û daxwaza dayîna bûdceyê li ser pêvajoyan kirin.
li gor aliyên peywendîdar lêçûna pirojeyê 131 hezar ê 400 Dolarê Amereîkî ye, lê ji ber hin pirsgirêkên kanalîzasyonan bilindî 210 hezar Dolar bû, biryar e ku piroje di nava 45 rojan de bi dawî bibe.
