LI KANTONA CIZÎRÊ ROJANE DÊ 16 SAETAN KEHREBE JI BO WELATIYAN WERE PÊŞKÊŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û bi taybetî ji ber êrîşên Tirkiyê, welatîyên herêmê bi pirsgirêka nebûna kehrebeyê re rû bi rû dimînin.

Bi armanca çareserkirina pirsgirêkê û xizmetkirina welatiyan Rêveberiya Xweser ya kantona Cizîrê ,Yekitiya Şaredariyan û Gerînendetiya Sotemeniyê civînek li dar xistin.

Di civînê de biryar hart girtin ku li gorî buhayê xizmetê mazot li tevahî jenetorên li kantonê werin belavkirin da ku di rojê de 16 saet kehrebe ji welatiyan re werin dayîn.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclîsa Cîbicîkar Ya Kantona Cizîrê Hesen Şero ku ew bi xwe jî serpereştiya cîbicîkirina biryarê dike, ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya bikaranîna vê pirojeyê kir.

Hesen Şero di nava axaftinên xwe de aşkere kir ku dê Rêveberiya Xweser li şûna 5500 lîreyên sûrî mazotê bi 125 lîreyan ji jenetoran re peyda bike.

Li gorî Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê gelek projeyên xizmetê yên bi vî rengî di nîqaşê de ne û li ser çawaniya cîbicîkirina mekanîzmeya wê plansaziyên berfireh tên danîn û dê bikevin xizmeta civakê.

Share This Article