ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ DEST BI SERERASTKIRINA RIYA TIL EBYED KIRIYE

Rojava Tv
2 Min Read

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê gelek projeyên xizmetguzariyê bi cih tîne, di nav de sererastkirina riyên sereke yên bajêr û niha dest bi sererastkirina kolana til Ebyed ku rêya sereke ya bajêr e, kiriye .

Li ser vê yekê Endamê Komîteya Çavdêriya Projeya sererastkirina riyan li reqayê Endazyar Ednan el galit diyar kir ku ji bilî kolana Til Ebyed ew ê kolanên din ên bajêr jî sererast bikin .

Şaredariyên gel li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyên xizmetguzariyê pêk tînin; hemleyên paqijiyê çêdikin, rêyan sererast dikin, toreyên kanalîzasyonê sererast dikin.

û li gorî rêgezên netewa demokratîk kar dikin ku yek ji stûnên wê parastina jîngehê û ekolojiyê ye .

di 28 ê Cotmeha borî de Şaredariya Gel a bajarê Reqayê dest bi sererastkirina riyan kir ji wan riya kolana Til Ebyed ku rêya sereke ya bajêr e .

Şêniyê bi navê Ehmed El Elî spasiya Şaredariyê li ser sererastkirina riya Til Ebyed kir û got şaredariya gel a Reqayê li gorî daxwazên gel kar dike .

Her wiha Endamê Komîteya Çavdêriya Projeya sererastkirina riyan li reqayê Endazyar Ednan el galit diyar kir ku ji bilî kolana Til Ebyed ew ê kolanên din ên bajêr jî sererast bikin û got , dê kar 2 mehan dirêj bike .

Tevî êrîşên dagirkeran ên li ser herêmê  jî, lê xebatên xizmetguzarî yên Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê ranewestiyane .

Di hemû aliyan de rêveberiya xweser ji bo ku rewşa herêmê di aliyên ewlehî û jiyanî de baştir bike xebat dimeşîne .

Share This Article