Ofîsa ampêran ya Şaredariya Gel a kantona Reqayê, bi hevkariya xwediyên jeneratoran, biryara zêdekirina demjimêrên xebitîna jeneratorên bajêr da.
Di biryara Ofîsa ampêran de jenerator divê di demên diyarkirî de bixebitin, ew jî ji saet 12 heta saet 2’ê piştî nîvro, û ji saet 6’ê heta saet 10’ê êvarê.
Her weha Li taxên ku nexweşxane, klînîk, laboratorên bijîşkî û bazar hene, demjimêrên xebitîna jeneratoran dê bigihînin 10 demjimêran di rojê de.
Biryara Ofîsa ampêran ji aliyê xelkê ve bi erênî hat pêşwazîkirin.
