Kontrolkirina Tirkiyê ji stasyona Elokê re û rêgirtina derbasbûna avê bo bajarê Hesekê, pirsgirêkek mezin ji welatiyên bajêr re çêkiriye, nemaze ku demsala havînê di rê de ye.
Niştecih ji bo dabînkirina avê bi rêya tankeran zehmetiyan dikişînin, ji bilî vê, ji ber qirêjbûna avê rastî nexweşiyan tên.
