MECLISA KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA YA REQAYÊ DEST BI KAMPANYAYEKÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê, li dijî tundiya li ser jinan û bi armanca pêşxistina têkoşîna li dijî tundiyê, kampanyayek da destpêkirin.

Kampanya bi sernavê “Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe” bi daxuyaniyekê hate destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, pêwîst e jin werin pêşxistin û piştgiriya wan were kirin.

Her wiha hate diyarkirin ku jinên rêxistinkirî û bi hêz dikarin bandoreke erênî di malbat û civakê de çêbikin.

Kampanya dê mehekê dirêj bike, di vê mehê de dê li bajarê Reqa û bajarokên girêdayî wê bi armanca gihandina hejmara herî zêde ya jinan, çalakiyên meydanî û civakî werin lidarxistin.

Share This Article