Şaredariya Gel a bajarê Kobanê, ji bo nirxandina kar û xebatên şaredariyê yên 3 mehan, civînek bi beşdariya endamên şaredariyê, komîn û meclisên bajêr li dar xist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre ji aliyê şaredariyê ve rapora kar û xebatên wan ên sala 2025’an ve hate xwendin.
Ji hêla hevserokê Şaredariyê Fewaz Ehmed ve rewşa siyasî ya ku vê demê rû dide bi beşdaran re hat nirxandin û pêşinyar hatin kirin.
Civîn bi wergirtina hin pêşniyaran der barê plansazî û xebata dema pêş de bi dawî bû.
