Şaredariya Gel a bajarê Hesekê di çaroçoveya xebatên xwe yên xizmetguzariyê de dest bi çaksazkirina rêyan û sererastkirina peyareyên nav bajêr kir.
Projeya sererastkirina rêyan di çarçoveya plansaziya ku di dawiya Nîsana îsal de hatibû erêkirin.
Şaredariya gel a Hesekê hin kolanên ku zirarên wê kême pîne dike, her wiha li kolanên sereke û yên ku herî zêde zirar dîtine, ziftê radixe.
Ji bilî xebatên xizmetguzariyê, şaredariyê dest bi kampanyayên paqijiyê, boyaxkirina rêyên navîn û dirêjkirina torên kanalîzasyonê kiriye.
projeya çaksazkirina riyan dê heta dawiya havînê dewam bikin.
ŞAREDARIYA GEL A HESEKÊ RÊYÊN BAJÊR ÇAKSAZ DIKE
