COTKAR JI BIRYARA QEYDKIRINA ELEKTRONÎKÎ YA WERGIRTINA GENIM NE RAZÎ NE

Rojava Tv
1 Min Read

Bi destpêkirina çinîna Genim re, heyama heftiyekê ye ku embareya bajarê Qamişlo dest bi wergirtina berhema genim ji cotkaran kiriye.

Li gor rêveberên Embareyê heta niha nêzî 5 ton genim ji cotkarên bajêr û gundewarên wê hatiye wergirtin.

Hevkara me Novîn El Elî di vî derbarî de raporek amade kiriye em bi hev re lê temaşe bikin.

Navend ji 7 sibeha te 7 êvarê pêşwaziya cotkaran dike, Lê biryara qeydkirina elektronîkî ya ku di 21 Gulana 2026’an ku ji hêla Wezareta Aborî û Pîşesaziyê genim a Sûriyê ve hatibû derxistin, nerazîbûnek li gel cotkaran çêkiriye.

Cotkar ji Rojava TV re behsa astengiyên ku di dema tomara elktronîk de dikşînin kirin, mîna aloziya internêtê, derengbûna radestkirina berhem û mesrefa barhilgirê berheman, ku dighêje 50 dolarê Amerîkî di rojê de.

Rêveberê Navenda Embareya Genim ya bajarê Qamişlo Sîpan Xelef behsa pêvajoya analîzkirina berhema genim dike.

Genim yek ji berhemên sereke ya rizq e, ku wekî zêrê zer li herêmê tê binavkirin. Cotkar jî di wê hêviyê de ne ku bi xêr û selamet pêvajoya wergirtina behema genim derbas bikin.

RAPOR: NOVÎN EL-ELÎ – KAMÎRE AYA ELÎ

Share This Article