Endamên PYD’ê yên bajarê Hesekê 45’emîn salvegera damezrandina Partia Karkerên Kurdistanê PKK pîrozkirin û diyar kirin ku PKK’ê ji bo rizgar kirina gel ji qirkirnê hat ava kirin .
Endamên PYD’ê pişgriya xwe ji PKK’ê re ragihandin û gotin divê em li hember hêzên kapîtalîst li berxwe bidin.
Sibe 45’emîn salvegera damezrandina fermî ya Partiya Karkerên Kurdistanê pkk’ê ye .
Beriya damezrandina PKK’ê rastiya gelekî hebû ku di hemû serhildanan de têk çûbû, hêviya xwe ji dest dabû, hatibû teslîmgirtin û bi gotina ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’ li goristanê hatibû pênasekirin.
Têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo ku bi PKK’ê meşand, pêşî li qirkirinê girt û rastiya dîroka Kurdistanê li ser hîmên wê da rûniştandin.
Endamên PYD’ê yên bajarê Hesekê salvegera 45’emîn a damezrandina partiya karkerên kurdistan pîrozdikin û dibêjin pariya karkerên kurdistanê bi armanca rizgarkirina gel ji qirkirinê hate ava kirin .
Endamên PYD’ê piştgriya xwe ji partiya karkerên kurdistanê re ragihnadin û gotin divê em li hember hêzên kapîtalîst li berxwe bidin .
PKK li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo hat ava kirin , êrîşên li dijî xwe pûç kir û têkoşîna azadiyê hîn zêdetir pêş xist.
PKK bi vî rengî bûye hêza bîrdozî û siyasî ya herî bi bandor a Rojhilata Navîn.
