Xiristiyanên bajarê Qamişlo bi meşeke girseyî piştgiriya xwe bi malbatên qurbaniyên komkujiya Dêra Mar Elyas a Şamê re nîşan dan û êriş şermezar kirin.
meş bi beşdariya bi sedan şêniyên Kurd û Ereb xiristyan û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ji Çerxerêya Şehîdên Komkujiya Sêfo ya Qamişlo dest pê kir, li kolanên sereke geriya û ber bi Dêra Meryem El Ezra ve bi rê ket.
Li wir, Yekitiya Ciwanên Suryanî ya Pêşverû daxuyaniyek da û sersaxî ji malbatên qurbaniyên êrişê re xwest û girîngî bi têkbirina teror û terorîzmê da.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan hat kirin ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û xwe li gorî sîstema xweparastinê bi rêxistin bikin.
