Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê ji bo bedewkirina bajêr dest bi pêkanîna projeya sererastkirina riyan kirine.
Hevseroka Şaredariyê Barîn Ebdî got, ev hefteyeke ku wan dest bi projeya sererastkirina riyên sereke yên bajêr kirine û behsa qebareya projeyê jî dike.
Her wiha welatiyekî Dêrikê jî dibêje, ew spasiya şaredariyê dikin, ji ber ku rexneyên wan cî bi cî kirine.
Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê ji bo bedewkirina bajêr dest bi pêkanîna plansazî û projeyên xwe yên sala 2025’an kiriye.
Yek ji wan projeyan jî qîrkirin û sererastkirina rêyên çûn û hatinê yên sereke û xirabûyî yên di nava bajêr de ye.
Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Barîn Ebdî got, ev hefteyeke ku wan dest bi projeya sererastkirinê kirine û behsa qebareya projeyê dike.
Yek ji welatiyên Dêrikê Mihemed Abdullrahman jî got, li gorî rexneyên wan, şaredariyê dest bi projeyê kiriye û ew weke gel ji bo cîbicîkirina rexne û daxwazên wan spasiya şaredariya gel dikin.
Li gorî berpirsên şaredariyê lêçûna projeyê 500 hezar dolarên amerîkî ye ku ji aliyê Kampanyaya Şemal ve ji bo şaredariya Dêrikê, hatiye pêşkêşkirin.
