JINÊN SIRÎNÊ KOMXEBATEK JI BO AZADIYA RÊBER APO LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

jinên Sirînê komxebatek derbarê azadiya Rêber Abdullah Ocalan li dar xistin û banga mezikirina têkoşînê kirin.
Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, Kongra Star komxebatek li navenda Çand û Hunera Sirînê ya kantona Firatê li dar xist.
Di komxebatê de jinên Ereb û Kurd ji Sirînê, Eyn Îsa, Minbic û Reqayê beşdar bûn.
Di komxebatê de sê mijar hatin destgirtin ew jî jiyana Ocalan, bandora bîrdoziya rêber Apo li ser jin û civakê, komplo û tecrîda niha li Îmraliyê tê jiyîn.
paşê derbarê van mijaran de jinan , nirxandin kirin her wiha nêrîn pêşniyarên xwe parve kirin.
beşdaran gotin ku wan bi saya rêbe Apo mafê xwe bidest xist.

Share This Article