SANTRALA ELEKTRÎKÊ A LI DIRBÊSIYÊ TÊ XEBITANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Enerjiyê ya Cizîrê dest bi xebitandina santrala elektrîkê ya li Dirbêsiyê kir. Ev yek dê rê li ber xebitandina santrala Elok a avê û nûjenkirina xetên elektrîkê veke.

Tîma Daîreya Veguhastin û Belavkirina Enerjiyê ya Desteya Enerjiyê ya Cizîrê, roja Yekşemê santraleke elektrîkê ji Rimêlanê veguhast Dirbêsiyê:

îro jî dest bi xebata xebitandina santralê kir. Armanca vê gavê ew e ku peydakirina elektrîkê li herêmê zêde bike.

Di heman çarçoveyê de, çavkaniyên ji Desteya Enerjiyê ragihand ku dê xebatên ji bo nûjenkirina xetên elektrîkê yên li ser rêya Dirbêsiyê-Serêkaniye dest pê bikin.

Îro jî di çarçoveya hewldanên ji nû ve xebitandina stasyona Elok a avê, şandeyeke hevbeş ku ji nûnerên Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser, hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Xaça Sor pêk tê, serdana stasyonê kiribû.

Share This Article