Li bazara bajarê Qamişlo amadekariyên ji bo pêşwaziya cejna Newrozê bi rêkûpêk dimeşin, bi taybet qerbalixeke zêde li ser daxwaza cil û bergên folklorî yên kurdî heye.
Welatiyên Qamişlo diyar kirin ku newroza îsal li Rojava, xwedî giringiyeke taybet e, ji ber ku ew li dû rojên bi êş û berxwedanî tê.
Bihar ji bo cîhanê demsala şahî û bextewariyê ye, lê bi taybetî ji bo gelê Kurd, ew destpêka rizgarbûna ji koletiyê ye, ku bi roja pîroz a Newrozê digihîje lûtkeyê.
Pêşwaziya 21’ê Adarê, li Rojava îsal xwedî giringiyeke taybet e, ji ber ku ew li dû rojên bi êş û berxwedanî tê, nemaze ku ta niha gel li ser piyan e.
Li bazara bajarê Qamişlo amadekarî bi rêkûpêk dimeşin, bi taybet qerbalixeke zêde li ser daxwaza cil û bergên folklorî yên kurdî heye.
Li aliyekî din jî welatiyan anî ziman ku meha Adarê bi giştî meheke teybet û pîroze ji bo kurdan, ku tê de ji bilî Newrozê, cejnên din yên bi wate hene.
Newroz bi efsaneya “Kawayê Hesinkar” ve girêdayî ye ku li ser hukumdarê zalim “Ezdehak” bi ser ket û agir pêxist, vê yekê kir ew bibe sembola serkeftina ronahiyê li ser tariyê û azadiya ji zilmê.
