ŞANOYA ‘ÇIRÎSK’ LI QAMIŞLO HAT PÊŞANDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Koma Serdem şanoya bi navê ‘Çirîsk’ li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a Qamişlo pêşkêş kir.
şanoya ‘Çirîsk’ ji aliyê nivîskarekî Holendî ve hatiye nivîsandin û têde guhertin û veguhertina jiyana jin û mêrekî ku hevjînê hev in tê vegotin.
di şanoyê de lîstikvan Beşîr Resul û Eva Ebdulkerîm cih girtin.
Şanoya “Çirîsk” cara yekem beriya salekê li hola Serdem a bajarê Hesekê hatibû pêşkêşkirin, duh jî li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo hat pêşkêş kirin.

Share This Article