Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê; ji bo guhdarîkirin û şopandina xebatên komînan serdana komînên bajarê Qamişlo kir.
Şande ji ji hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, hevserokê Meclisa Rêveber Hesen Şero, hevseroka Desteya Çandê Firyal Çolî, şêwirmenda Meclisa Rêveber Jiyan Dêrik û hevserokê Meclisa Gel Izedîn Gedo pêk hat.
Di serdanê de endamên komînan pirsgirêkên xwe yên ku rojane bi wan re derbas dibin, anîn ziman, di warê xurtkirina komîteyên li komînan, bilindkirina asta perwerdeyê û vegera koçberan a ser warê wan jî nîqaş hatin pêşxistin.
Li gorî agahiyan, wê gera şandeyê li bajarên din ên kantona Cizîrê di rojên bê de dewam bike.
