XWENDEKARÊN QONAXA AMADEHÎ KÊFXWEŞIYA XWE YA SERKEFTINÊ DIYAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Beriya çend rojan encamên ezmûnên xwendekarên qonaxa amadahî hatin aşkerekirin. Di vê çarçoveyê de Bernameya RONYAR a Rojava Tv çend xwendekarên amadahî yên serkeftî kirin mêvanên xwe.

Yek ji xwendekarên serkeftî ku ew bi xwe jî koçbera bajarê Serêkaniyê ye behsa kêfxweşiya serkeftinê û xemgîniya koçberiyê dike.

Xwendekarek jî dibêje, sira serkeftinê ew bûye ku wan bi zimanê xwe yê dayîkê xwendine.

Piştî ku xwendekarên qonaxa amadahî yên mînhacê Rêveberiya xweser ezmûnên xwe yên dawiya salê pêşkêş kirin, beriya çend rojan rêveberiyê encamên dawî yên ezmûnan aşkere kirin.

Di vê çarçoveyê de Bernameya RONYAR a Rojava Tv çend xwendekarên amadahî yên serkeftî kirin mêvanê xwe.

Yek ji xwendekarên serkeftî ku ew bi xwe jî koçbera bajarê Serêkaniyê ye behsa kêfxweşiya serkeftinê û xemgîniya koçberiyê dike.

Her wiha xwendekaran kêfxweşiya xwe ya ji bo xwendina bi zimanê dayikê anîn ziman û gotin, sedema serkeftina me zimanê dayikê ye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 hezar û 902 xwendekarên xwendina giştî û serbest ên refa 12’an ên beşên wêjeyî, zanistî û pîşeyî ezmûnên xwe yên navendî û nenavendî pêşkêş kirin.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê rêjeya serketinê ji sedî 70’ê bû.

Share This Article