5 SAL DI SER HEDEFGIRTINA ŞEHÎD HEVRÎN XELEF RE DERBAS DIBIN

Rojava Tv
2 Min Read

Derbarê 5’emîn salvegra şehadeta sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef de, Endama Têkilî Û Itîfaqên Siyaseta Demokratîk ya Kongira Star û Endama Meclisa Giştî ya Kongra Star diyar kirin ku Şehîd Hevrîn ji tevahî jinan re bû sembola berxwedan û hêzê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû rê û rêbazan pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê dikin hedef.

Di 12’yê Cotmeha 2019’an de, sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef tevî ajokarê wê Ferhad Remedan li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve hatin şehîdxistin.

Ev hedefgirtin di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de ya di heman mehê de pêk hat.

5 sal di ser hedefgirtina Şehîd Xerîn Xelef re derbas dibin.

Derbarê 5’emîn salvegra şehadeta Şehîd Hevrîn Xelef de, Endama Têkilî Û Itîfaqên Siyaseta Demokratîk ya Kongira Star Roken Ehmed diyar kir ku, bi hedefgirtina Şehîd Hevrîn Xelef re piştgiriya tirkiyê ya ji DAIŞÊ re hat zelalkirin.

Her wiha Endama Meclisa Giştî ya Kongra Star Gulistan Murad anî ziman ku, bi şehîdxistina Hevrîn Xelef re bi dehan Hevrîn dest bi têkoşîna li dijî dagirker û celadan kirin.

Tevî derbasbûna 5 salan di ser hedefgirtina sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef lê heta niha sûcdar nehatiye darizandin û li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi rihetî digere û sûcên din pêk tîne.

Share This Article