ŞANDEYEKE BIRÊTANÎ SERDANA GERÎNENDEYA TÊKILIYÊN DERVE YA RÊVEBERIYA XWESER KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şandeke Parlamentoya Birêtanyayê serdana Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişlo kir.

şandeya Brîtanî ji parlamenterê Partiya Karkeran Loyd Russell Moyley û parlamenterê Partiya Muhafizkaran Matthew James Offord pêk hat.

Di hevdîtinê de Hevserokê gerînendeya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Dewleta tirk û Hikumeta Şamê bi siyasî nêzî kerwanên alîkariyan ên Rêveberiya Xweser ku ji bo hermên erdhej ên sûriyê hatine amadekirin, dibin.

Her wiha çiya kurd destnîşan kir ku dewleta tirk tevî karîseta erdhejê jî lê dîsa êrîşî herêmê dike.

Parlamenterê Partiya Karkeran derbarê têkoşîna li dijî DAIŞ spasiya QSD`ê û Rêveberiya Xweser kir.

Her wiha Parlamenterê Partiya Muhafizkaran jî bang li civaka navneteweyî kir ku hemwelatiyên xwe vegerînin.

Parlamenterê Partiya Muhafizkaran diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser dê li cîhanê bibe nimûne.

Share This Article