LÊKOLÎNER Û DÎROKNAS DR. MIHEMED EL EZO WEFAT KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Lêkolîner û dîroknas Dr. Mihemed El Ezo îro serê sibehê di 77 saliya xwe deli bajarê Reqayê wefat kir.

Mihemed El Ezo yek ji kesayetên herî girîng ên di warê arkeolojiyê de li Sûriyê ye.

Bi salan li Gerînendetiya Şûnwaran a Reqayê kar û xebatê meşand û serpereştiya gelek mîsyonên kolandinên li herêmê kir.

El Ezo ji sala 1978’an ve heya sala 2017’an ve wekî rêveberê Muzexaneya Reqayê ya Daîreya Şûnwaran û Muzexaneyan xebat da meşandin.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, jî wekî pisporê şûnwaran bi Rêveberiya Xweser re kar û xebat da meşandin.

Share This Article