Bi nêzhatina cejina remezanê re bazarên bajarê Qamişlo rastî qerebalixiyeke zêde tê.
Şêniyên Qamişlo ji ber bilindbûna nirxê kelûpelan gazinên xwe anîn ziman û hêvî kirin ku ev cejn bibe wesîleya pêkanîna aştî û ewlehiyê.
Bi hatina cejina remezanê re, li bazarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê liv û tevger zêde ya xelkê heye .
Şênî tevî zehmetî û astengiyan, her wiha bi hêviyên nû pêşwaziya cejinê dikin û amadekariyan dikirin.
Şêniyên bajarê Qamişlo ji Rojava TV re gotin ji ber rewşa aloz a li herêmê nirxê kelûpelan ên li bazaran ji sala par bilindtir e .
Her wiha şêniyan diyar kirin ku tevî zehmetiyan jî ew dixwazin parastina rêûresmên xwe bikin, u hêvî kirin ku ev cejn bibe wesîleya pêkanîna aştî û ewlehiyê.
Ceijna remezanê rêûresmek kevneşop û boneyeke watedar li gel milslimana ne, ku her sal misliman bi kêfxweşî li hev kom dibin û cejnê li hev pîroz kirin.
