Meşa dirêj a ciwanan ku ji bo azdaiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat li darxistin, di roja sêyemîn de li Dêrikê bi dawî bû.
Ciwanan banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kirin û gotin Azadiya Rêber APO azadiya tevahî gelan e
Di bin diuşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” tevgera Ciwanên şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên ciwan meşeke dirêj li dar xistin.
Meşa dirêj a ciwanan di 29’ê Mijdarê de li Qamişlo dest pê kirbibû û li bajarê Dêrikê bi çalakiyekê bi dawî bû.
Meş li deryê ketina Dêrikê ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin û heta ber navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer dewam kir.
ciwanên ku beşdarî meşê bûne,ji Rojava Tv re axivî û diyar kirin ku Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelan e.
Her wiha endama Encumena Malbatên Şehîdan A Dêrikê yadê Xalîse ku tevlî meşa ciwanan bû anî ziman ku ew ê ji bo azadiya rêber Apo her li qadan bin û birûşmên berxwedanê berz bikin.
Piştî rawestandina çalakiyê, ciwanê bi navê Elî Andok ê ji Minbicê û Baran Tolhildan ê ji Dêrazorê tevlêbûna xwe nava refên gerîla ragihandin.
Çalakiya Ciwanan bi pêşkêşkirina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.
