Şandeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê li Brûkselê hevdîtin bi hejmarek berpirsên Belçîkî re pêk anî û aliyê Belçîkî piştevaniya xwe bo Rêveberiya Xweser piştrast kir.
Di hevdîtinê de nûnerê Rêveberiya Xweser yê Yekîtiya Ewrûpayê Dr. Ebdulkerîm Omer behsa geşedanên siyasî yên li herêmê û bandorên neyînî yên erdhejê kir.
Her wiha Dr. Ebdulkerîm behsa astengiyên li pêş derbaskirina alîkariyên Rêveberiya Xweser bo herêmên erdhejê jî kiriye.
Di heman demê de pirsên wekî zindîbûna DAIŞ’ê û dorpêça li ser herêmê jî bûne rojevên girîng ên hevdîtinê.
Ji hêla xwe ve aliyê Belçîkî piştevaniya xwe bo Rêveberiya Xweser piştrast kiriye û ragihandiye ew ê hewl bidin di proseya avakirina dadgeheke navdewletî bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê de, çalak bin.
