Şaredariya Gel a kantona Reqayê xebatên xwe yên qîrkirina rêyan li gorî plana xwe ya sala 2025’an didomîne.
Armanc ji projeyê, qîrkirin û sereratkirina rêyên sereke yên li bajêr her wiha rêyên ku xetên kanalîzasyon û ava vexwarinê tê de hene.
Mîqdara qîra ku ji bo projeyê hatiye veqetandin 21 hezar Metre kup e.
Ji vê mîqdarê 3 hezar Metrekup ji bo kolanên di navbera Çarxerêya El-Ne’îm û taxa El-Bedû de hatiye veqetandin.
Şaredariya Gel a kantona Reqayê li gel xebatên qîrkirina rêyên sereke, xebata rakirina qîrên kevin li taxên El-Firods û El-Sekenê didomîne.
