Şampiyona Futbolê ya Şehîdên Dêrikê li ser asta herêma Cizîrê bi serkeftina tîma Polîsan bi dawî bû.
Şampiyona ku beriya mehekê, destpêkiribû û tê de 64 tîmên li ser asta herêma Cizîrê beşdar bûn li yarîgeha Şuhedaa El-Muftî bidawî bû.
di lîgê de 6 maç hatin lidarxistin û maça herî dawî jî di navbera tîma plîsan û tîma Şehîd Kaya de hate lidarxistin û bi serkeftîna tîma polîsan bidawî bû.
Di dawiya maçê de ji aliyê komîteya amadekar a şampyonê ve merasîm hatin lidarxistin û tîmên serkeftî hatin xelatkirin.
tîma polîsan asta yekem girt û kûpaya şampiyoniyê bi dest xistin ûTîma Şehîd Kaya jî asta duyemîn girt.
ŞAMPIYONA FUTBOLÊ YA ŞEHÎDÊN DÊRKÊ BI DAWÎ BÛ
