Gelê kobanê; reqa û helebê bi çalakiyên bi heybet pêşwaziya peyama rêber Apo kirin.
bi hezaran welatiyên Kobanê ji bo li peyama Rêber Apo guhdar bikin li Qada jina Azad kombûn.
welatiyên kobanê diyar kirin, ji ber ku kilîta çareseriya pirisgirêkan li cem rêber APO ye lewra duniyayê berê xwe da rêbertî.
welatiyên Helebê jî bi heman armancê berê xwe dan çarxereya zeytûn û bi coşeke mezin li nameya rêber APO guhdar kirin.
welatiyên Helebê tekez kirin ku nameya rêbertî ji wan re hêviya azadiyê ye.
li Reqayê jî welatiî bi coş û heyecan li lîstigeha beledî li hev kom bûn û nameya rêber Apo guhdar kirin.
welatiyên reqayê anîn ziman ku rêber Apo xwediyê felsefeya çareseriyê ye.
bi milyonan kurd û dostên wan li qadan kom bûn , li nameya rêber Abdullah Ocalan guhdar kirin û govendên azadiyê jî gerandin.
