Hevseroka meclisa cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ya kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên ji Rojava TV re got, Şam û Enqere bi hewlên lihevnêzîkbûnê dixwazin projeya Rêveberiya Xweser ji nav bibin.
Her wiha banga lidarxistina dîyaloga Sûrî- Sûrî kir.
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdoganê faşîst Beşar Esed weke qatil bi nav kir û gefa rûxana Hikûmeta Şamê dixwar.
Lê sal borîn û ew helwest hate guhertin. Erdogan niha Esed weke birêz bi nav dike û hewl dide careke din bi navbeynkariya Rûsya û Iraqê têkiliyên xwe yên li gel Şamê asayî bike.
Mijara asayîkirina peywendiyên aliyan ev demeke di rojeveyê de ye û nîqaş li ser têne kirin.
Têkildarî mijarê hevseroka meclisa cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ya kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên ji Rojava TV re axivî.
Melek El Hisên tekez kir ku, her du alî bi hewlên lihevnêzîkbûnê dixwazin projeya Rêveberiya Xweser ji nav bibin û banga dîyaloga Sûrî- Sûrî kir. Herî dawiyê Erdogan ragihandibû ku ew amade ye di her demekê de, bi Esed re bicive û mijaran nîqaş bikin.
Lê gelo bi rastî her du alî dê li gel hev bicivin yan na û dê civînên wan bighêjin ti encaman, ev weke pirseke bêbersiv dimîne?
