Derbarê zirarên şewitandin û birîna daran ya li ser jîngehê, Rêveberê komîteya Ekolojîk a şaredariya gel a Helebê Ebdulrehman Mihemed nirxandin kirin.
Ebdulrehman Mihemed diyar kir ku jiyana mirovan bi jîngehê ve girêdayî ye û divê her kes li jîngeha xwe xwedî derkeve.
Çandina daran û belavkirina qadên keskatiyê yek ji sedemên paqijiyê û çavkaniyên jiyanê ne û ji bo parastina van çavkaniyan Rêveberiya Xweser hertim di nava tevgerê de ye.
Derbarê vê mijarê de Rêveberê komîteya Ekolojîk a şaredariya gel a Helebê Ebdulrehman Mihemed nirxandin kirin.
Ebdulrehman Mihemed diyar kir ku jiyana mirovan bi jîngehê ve girêdayî ye û divê her kes li jîngeha xwe xwedî derkeve.
Ebdulrehman Mihemed di nava axaftinên xwe de da zanîn ku qut kirin û şewtandina darên Efrînê û perava Sûriyê zirareke mezin digihîne jîngehê.
Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ve bi milyonan dar hatine qut kirin û şewtandin. Herî dawî li perava sûriyê jî bi sedhezaran dar hatin şewtandin.
