MECLÎSA JINÊN SÛRIYÊ DERBARÊ ÊRÎŞÊN HIKÛMETA ŞAMÊ DE DAXUYANIYEK DA

Rojava Tv
1 Min Read

Jinên partiyên siyasî yên di bin sîwana Meclisa Jinên Sûriyê de, bi daxuyaniyekê êrîşên Hikûmeta Şamê yên li ser Dêrazorê şermezar kirin.
Daxuyanî li navenda Meclisa Jinên Sûriyê ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo hat xwendin.
Di daxuyaniyê de êrîşa li ser Dêrezorê ku di encamê de zarok û jin şehîd bûn, bi tundî hat şermezarkirin û sersaxî ji malbeta wan re hat xwestin.
Her wiha hat gotin,fermana êrîşên li ser dêrazorê , bi destên veşartî yên Tirkiyê pêk hat û armanca wê jî têkbirina ezmûna Rêveberiya Xweser e.
Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû aliyan kir ku bi helwest bin û li hember hewlên derxistina fitneyê yek dest bin.

Share This Article