KOMÎTEYEKE ROJNAMEVANÎ: EM BINPÊKIRINÊN TIRKIYÊ BELGE DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Îro roja Cîhanî ya Mafên Mirovan ne. Bi vê boneyê Komîteya Lêkolînkirina Rastiyên Sûcên li dijî Rojnamegerên li Sûriyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Civîn bi amadebûna endamên Yekitiya Ragihandina Azad û Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê li Parka Xwendinê ya Qamişlo hat lidarxistin.
Di civînê de hate gotin, ew weke komîte dê di xebatên xwe de dewam bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan belge bikin û radestî aliyên peywendîdar bikin.
Di dawiyê de hate destnîşankirin ku tevî baweriya wan a bi girîngiya Rêxistina NY′yê, lê nikare li ser erdê tevahî erkên xwe yên parastina mafên mirovan ji şer û sûcên dermirovî pêk bîne.

Share This Article