7’EMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD YEKTA HEREKOL LI QAMIŞLO DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya Roja Cîhanî ya şanoyê û ji bo bîranîna şoreşgerê Kurd Yekta Herekol, Îro li bajarê Qamişlo 7’emîn Festîvala Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê hat destpêkirin.

Festîval bi dirûşma “Welatparêzê Rast Hundermendekî Wêrek” û bi amadebûna bi dehan şanoger, wêjevan, hunermend û nivîskaran li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê hat lidarxistin.

Festîval ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Demokrat a Mezopotamiya û Komîna Şano ya Bakur û Rojhlatê Sûriyê tê lidarxistin û dê 7 rojan dewam bike.

di roja yekem a festîvalê de axaftin hatin kirin û sinvizyon ji bo bîranîna Şehîd yekta herekol û Şanoger Bavê Teyar hat pêşkêşkirin.

Her wiha Koma Cûdî ya Stranan û Koma Şehîd Welat a Govendê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Share This Article