Îro 21 sal di ser serhildana 12’ê Adara 2004’an de ku li Qamişlo li dar ket derbas dibin.
Tevger, Rêxistin û Partiyên li herêmê bi daxuyaniyên cuda şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn û gotin, serhildana 12’ê adarê gavek ji bo lidarxistina şoreşê bû.
Tevger, Rêxistin û Partiyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro di salvegera 21’an a serhiladana 12’ê Adarê de daxuyaniyên cuda parve kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê şehîdên serhildana 12’ê adarê bi bîr anî û got, serhildana 12’a Adarê bertekeke xwezayî ya gelê Kurd bû ku hemû proje, polîtîkayên şovînîst û nijadperestan red kir.
Li aliyekî din Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a kantona Reqayê jî derbarê de mijarê de daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi beşdariya nûnerên tevahî saziyên sivîl û endamên partiyên siyasî li qada pnorama ya li bajêr hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, bi saya berxwedan û têkoşîna gel pêvajoya li Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû, da ku gel ji zilm û zordetiya rêjîma bass ya berê rizgar bibe bi dehan kesan canê xwe dan.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a kanrona Reqayê di dawiyê de destnîşan kir ku, serhildana 12’ê adarê ya li qamişlo ne tenê şermezarkirina sûc, kiryar û siyasetên înkarê yê wê rêjîmê bû, di heman demê de gavek ji bo lidarxistina şoreşa gelan bû.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a bajarê Helebê bi heman armancê daxuyaniyek da û tê de şehîdên serhildana 12’ê adarê bi bîr anî.
PYD’ê ya Helebê anî ziman ku, Ji ber kiryar û polîtîkeyên tunekirinê yên rêjîma berê li ser kurdan, serhildana 12’ê adarê rê li ber çiruskek berxwedanê ya ji Dêrikê heta Efrînê dest pê kir.
Hemû beşên civakê yên li Rojava yekîtiya xwe avakirin û serî li hember siyasetên înkarê sildan.
Her wiha PYD’ê got, Di demekê de ku em salvegera serhildana 12’ê adarê bi bît tînin, li seranserî sûriyê û kurdistanê geşedanên bilez û nû rû didin. PYD diyar kir ku ew weke partiyên siyasî tekezî li ser avakirina yekîtiya kurdan dikin, da ku nûnertiya pêşinyar û daxwazên wan ên di rewşa awerte de bike.
