ŞÊNIYÊN TIL HEMÎSÊ BI MEŞEKE GIRSEYÎ 4’Ê NÎSANÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên bajarê Til Hemîsê îro bi meşeke girseyî 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdulah Ocalan pîroz kirin.

Meş bi beşdariya Endamên Saziyên Sivîl, Partiyên Siyasî, Kongera Star û xelkên bajêr li dar ket.

Meş bi dirûşma ”Dem Dema Azadiya Aêber Apo ye”, li ber Navenda Meclîsa Navçeya Til Hemîsê dest pê kir û li Çarxereya Şehîdan a li bajêr veguherî mîtingê.

Di mîtingê de li ser navê PYD’ê û Partiya Parêzvanan a Demokratîk axaftin hatin kirin û tekezî li ser berdewamiya têkoşîna ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Apo hat kirin.

Share This Article