Partiya Yekîtiya Demokratîk bi boneya salvegera damezirandina xwe ya 20’an li bajarê Reqayê şahiyeke pîrozbahiyê li dar xist.
Bi dehan endamên PYD’ê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Encumena Sivîl a Reqa û kesayetên serbixwe beşdarî şahiyê bûn.
Di Şahiyê de axaftin hatin kirin û salvegera damezirandina 20’an a PYD’ê li gelê herêmê hat pîrozkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku PYD’ê bi berdêlên giranbuha û di nava şert û mercên zehmet de hat avakirin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê di 20’ê Îlona sala 2003’yan de hate damezirandin.
SALVEGERA 20’AN A DAMEZIRANDINA PYD’Ê LI REQAYÊ HAT PÎROZKIRIN
