LI MINBIC JI BO PÊŞXISTINA ROLA JINÊ DI RAGIHANDINÊ DE PANELEK LIDAR KET

Rojava Tv
2 Min Read

Desteya Jin û Gerînendeya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek li Minbcê lidarxist.
di panelê de rewşa ragihandinê û rola jinan di guhertina rastiya civakê de hate nîqaşkirin.

Desteya jinan û gerînendeya ragihandinê ya Rêveberiya Xweser panlak li ser Rola jinan di Ragihandinê de li Minbicê lidarxist.

Panel li avahiya encumena Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û bi amadebûna
endamên Yekîtiya Ragihandina Jinan, Rêveberiya Sivîl a Minbicê, komîte û saziyên wê, Kombûna Jinan a Zenûbya û Nivîsgeha Penaberên Şehba û Efrînê hate lidarxistin.

Di panelê de endama YRJ’ê Sîlva Îbrahîm behsa rola ragihandinê di paşguhkirina jinan de kir û got: “Hêza jinan di xizmeta pergala cîhanî ya hegemonîk de tê bikaranîn”.

Her wiha ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê divê “li hember zayendperestiyê û xurtkirina rola jinan di sektora ragihandinê de têbikoşin”.

Hevseroka encumena Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Sîham Hemo jî got: “Rêxistinên tundraw, li dijî jinên Sûriyê gelek sûc pêk anîn. Lê ji dema ragihandina Rêveberiya Xweser ve jinan di tevahî encumenên rêveberiyê de cihê xwe girt”.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Gerînendeya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Nûr El Seîd jî qanûna ragihandinê ya Rêveberiya Xweser şîrove kir ku derfetê dide jinan nêrînên xwe bêjin.

Piştre beşdaran mijarên panelê nîqaş kirin û li ser vê encamnameyê li hev kirin.

Di navbera dezgehên çapemeniyê û nivîsgehên wê de koordîne hebe.

Di koordînekirina hevdîtinan û hêsankirina kar û xebatên saziyên ragihandinê de alîkarî bê pêşkêşkirin.

Zêdekirina raporên li ser jinan di hemû qadên leşkerî, sivîl û leşkerî de.

Bi rêya nivîsgehên ragihandinê û malpera koordînasyona jinan dozên jinan bi awayekî pîşeyî werin pêşkêşkirin.

Lidarxistina dewre û panelên hevbeş di navbera nivîsgeh û saziyan de ji bo parvekirina tecrubeyê di aliyê ragihandinê de.

Parvekirina tecrubeyan di navbera jinan di qada ragihandinê de li ser asta hundirîn û derve.

Zêdekirina dewreyên perwerdeyê li ser astên derûnî û fikrî ji bo rojnamevanên jin.

Share This Article