PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ LI MINBICÊ ROLA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Sûriya Pêşerojê îro di bin navê” Civaka Sivîl û rola wê di çareseriya siyasî de” panelek li bajarê Minbicê li dar xist.
Di panelê de Rêxistinên Civaka Sivîl, Rûspiyên herêmê û Rewşenbîr amade bûn.
Mijarên girêdayî civakê, girîngiya civaka sivîl û rola wê di çareseriya siyasî de hatin nirxandin.
Di panelê de hat diyarkirin ku, divê Rêxistinên Civaka Sivîl di warê pêşxistin û zanekirina civakê de roleke girîng bilîzin.
Her wiha hat gotin , ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, tecrûbeya Neteweya Demokratîk a herî guncaw e.

Share This Article